REMZIYE TOSÛN: HILBIJÊRÊN HDP’Ê JI BO GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ ÇÛN SER SINDOQAN

Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn diyar kir ku hilbijêrên HDP’ê hem ji bo şarederiyan, hem ji bo Ocalan û hem jî ji bo çalakgerên greva birçîbûnê çûn ser sindoqan û got:

“Divê hikumet daxwazên çalakgeran pêşwazî bike û tecrîd rake.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de bi stratejiyek nû li herêmî şaredariyên dibin rêveberiya qeyûman de paş ve qezenc kir û li rojavayê Tirkiyeyê jî bloka AKP-MHP’ê bi paşve xist.

Li gorî encamên ne fermî HDP 3 şaredariyên mezin, bi giştî 69 şaredarî qezenc kirin.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Amedê Remziye Tosûn, serkeftina partiya xwe ya di hilbijartina herêmî de nirxand.

Remziye Tosûn, diyar kir ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartina herêmî ya 2014’an de li herêmê gelek şarederî qenc kirin û bi pergala hevşaredariyê bi rêve bir û got:

“Lê di demên cuda qeyûm hatin tayîn kirin û berî her tiştî xwestin pergala hevşaredariyê ji holê rakin.

Di hilbjartina herêmî ya sala 2019’an de gel carek din pergal hevşaredariyê qebûl kir.

Di vê hilbijartinê de me carek din pergala xwe ya hevşaredariyê ji qeyûm girt.

Emê di şaredariyên xwe de vê pergalê carek din bi rêve bibin.”

AKP’Ê ÇI KIR JÎ NEKARÎ SÛRÊ QEZENC BIKE

Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, destnîşan kir ku AKP’ê li navçeyê gelek xebitî, lê çi kir jî nekarî Sûrê qezenc bike.

“Hilbijêrên HDP’ê hem ji bo şarederiyên xwe, hem ji bo Ocalan û hem jî ji bo çalakgerên greva birçîbûnê çûn ser sindoqan.

Divê hikumet vê îradeyê bibîne û daxwazên çalakgeran pêk bîne û tecrîd rake.”

Leave a Reply

Back to top button