QSD’ê bi rûspî û şêxên eşîran re civînek li dar xist

QSD’ê bi armanca nirxandina pêşketinên dawî li Hesekê bi Şêxeşîr û Rûspiyên herêmê re civînek lidarxist.
Şêxeşîr û rûspiyan jî tekez kir ew piştgiriya QSD’ê dikin û ew li dijî hemû hewldanên derxistina tevliheviyê ne.

Îro li bajarê Hesekê, QSD’ê “Hevdîtina giştî ya hemû pêkhateyên Herêma Cizîrê” li dar xist.

Hevdîtin bi serpereştiya Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê û Meclisa Leşkerî ya Eyleta Hesekê hate lidarxistin.

Gelek rûspî û şêxeşîrên herêmê di hevdîtinê de hezir bûn.

Civîn bi armanca nirxandina geşedanên dawî li herêmê, meteriyên ku derdikevin û çawaniya derketina li hemberî wan, rewşa xizmetguzarî, xurtkirian rola rûspî û şêxeîşran li herêmê, hate lidarxisitn.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Mehmûd Nûrî di hevdîtinê de axivî û bal kişand li ser hewledanên derxistina tevliheviyê ku ji gelek aliyan ve li herêmê pêk tên, û pêwîstiya ku gel bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û wan hewldanan vala derxînin.

Endama Meclisa Giştî ya PYD’Ê Zeyneb Murad jî axivî û bal kişand li ser rewşa xizmetguzarî ya li herêmê û gavên ji bo pêşxistina û çareserkirina kêmasiyên ku derdikevin.

Piştre beşdarvan tevlî nîqaşan bûn û daxwaza çareserkirina gelek pirsgirêkên xizmetguzarî, û aborî kir.

Rûspiyê Êla El-Cibûr Şêx Tirkî El -Mendîl jî axivî û behsa girngiya lidarxisitna hevdîtinên bi vî rengî kir ji bo nîqaşkirina rewşa heyî û çareserkirina pirsgirêkên civakê û yên xizmetguzarî, û da zanîn ku hevdîtinên wiha ew xeleka di navbera gel û rêveberiyê de ye.
00878
Endamê êla El-Cibûr Ebdilezîz El-Mislet jî diyar kir ku ew hemû êrîş û destdirêjiyên dijî herêmê red dikin û da zanîn ku QSD’ê karîbû hemû êrîşên ku herêmê armanc dikin vala derxîne.

Hevdîtin bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de hemû şêxeşîr û rûspî tekez kir ku li kêleka QSD’ê disekinin û dijî hemû hewldanên derxistina tevliheviyê ji hêla Hikûmeta Şamê û Îranê ve derdikevin, her wiha bang li civka navneteweyî kir ku li dijî binpêkirinên ku li herêmê têne kirin bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.

Back to top button