Çalakiya greva birçîbûnê di roja 219’an de bi biryardarî didome

Berxwedana li zîndanên dewleta Tirk a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan bi biryardariyeke xurt didome. Kurdistaniyên tevlî nobeda azadiyê a li Strasboûrgê bûn jî destnîşan kirin ku ji bo Kurd hebûna xwe biparêzin neçarin, bibin yek.

Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê, çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, didome.

Berxwedana zindanan bi koma 44’emîn 219 roj li pey xwe hişt.

Li gel vê çalakiya xwedîderketina li berxwedana girtiyan jî li Mexmûrê di roja 198’an de didome.

Her wiha çalakî li Yewnanistanê jî di roja 181’emîn de ye..

”Ji bo Kurdan yekîtî şert e”

Çalakiya ‘Nobeda Azadiyê’ ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg a Fransa hatibû destpêkirin didome.

Kurdistaniyên ji bajarên cuda yên Ewropayê tevlî çalakiyê bûne, bal kişandin ser girîngiya yekîtiya netewî û destnîşan kir ku ji bo Kurd hebûna xwe biparêzin neçarin bibin yek.

Jina bi navê Sabahat Ergîn da zanîn ku divê Kurdistnaiyên çar parçeyên Kurdistanê bibin yek.

Îmam Akgun jî diyar kir ku ji bo Kurd hebûna xwe biparêzin divê bibin yek û têkoşîna xwe li hemberî dagirkeran bilind bikin.

Back to top button