KJK: 1’ê Tîrmehê ji bo jinan bû roja destpêka têkoşîneke nû

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku çalakiyên jinan a 1’ê Tîrmehê nîşan da ku faşîzma AKP-MHP wê bi têkoşîn û berxwedana hevpar a jinan, hê zêdetir lewaz bibe û hilweşe.

Tirkiye 1’ê Tîrmeha 2021’an bi rengekî fermî xwe ji ‘Peymana Konseya Ewropa ya têkildarî Pêşîlêgirtina tundiya li ser Jinan, vekişand.

Koordînasyona KJK’ê derbarê hêrsa jinan a li dijî vekişîna ji peyman daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê diyar kir ku di rewşeke wiha de destdirêjiya li ser zarokan bê ceza tê hiştin, li hemberî jinê her cure cihêxwazî, tundî û bêhuqûqî tê kirin, yekser bi îmzeya serokkomarê faşîst Erdogan ji Peymana Stenbolê derketin çêbû.

Koordînasyona KJK’ê anî ziman ku ev darbeya ku faşîsta AKP-MHP’ê li dijî jinan pêkanî, rastî hêrsa mezin a bi deh hezaran jinan hat.

KJK got:

Jinan barîkatên polîsan bi erdê re kirin yek û gotin têkoşîn wê dewam bike. Berxwedana 1’ê Tîrmehê ji bo jinan ne dawiyek e, kir ku bibe roja destpêkê ya têkoşîneke nû. Em berxwedana jinan ên sondxwarên azadî û wekheviyê ne bi hezkirin û rêzdarî silav dikin.

KJK: Çalakiyên jinan nîşan da ku wê bi berxwedana jinan faşîzm hilweş e

KJK destnîşan kir ku Erdoganê faşîst biryara xwe vekişandina ji Peymana Stenbolê bêyî ku pêwîstî bi erêkirina parlementoyê bibîne, xwe danî ser asta destûra bingehîn û bi îmzeya xwe ev yek pêkanî.

KJK eşkere jî kir ku Erdogan dixwaze destketiyên ku jinan ji bo afirandina jiyaneke bi edalet bi hezar ked û berdêlan bi destxistine bide betal kirin û got:

Divê em parastina xwe ya cewherî bi zanabûna xwe ya azadiyê, rêxistinbûyîn û çalakvaniya xwe pêk bînin. Xebatên me yên avakirina jiyana azad bi bilindkirina berxwedana me jinan ve tê bidestxistin. Çalakiyên jinan a 1’ê Tîrmehê careke din nîşan da ku desthilatiya çete, mafya, diz û zilamê kirêt AKP-MHP wê bi têkoşîn û berxwedana hevpar a jinan ve hê zêdetir lewaz bike û hilweşe.

Koordînasyona KJK’ê di dawiyê de anî ziman ku jin wê jiyana azad û wekhev ava bike, wê li ser bingehê yekîneyên jinan ên bi heybet û berxwedanê teqez bigihên serketinê.

Back to top button