Kongra Star a Eyn Îsa: Divê cezayê herî giran li kujeran bê birîn

Kongra Star a Eyn Îsa û Hesekê kuştina zaroka 13 salî ya bi navê Îda El-Hemûdî ji aliyê malbata wê ve, şermezar kir û daxwaz kirin ku cezayê herî giran li kujeran bê birîn.

1’ê Tîrmehê zaroka bi navê Îde Hemûdî El-Seîdo ya 13 salî ji taxa El-Xiwêran a Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê malbata xwe ve bi rengekî hovane hate kuştin.

Têkildarî bûyerê Rêxistina Kongra Star ya navçeya Eyn Îsayê û Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên ne razîbûnê li darxistin û gotin pêwîst e kujerên Eyda bên cezakirin.

Kongra Star a navçeya Eyn Îsa kuştina Îde bi daxuyaniyeke girseyî şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star bi tevlîbûna endamên sazî û dezgehên civaka sivîl, saziyên jinan ên di bin sîwana Kongra Star de xebatê xwe didin meşandin û jinên partiyên siyasî hate dayîn.

Kongra Star a Girê Spî sûcên hovane yên der heqê jin û zarokan de şermezar kir û destnîşan kir ku di demekê de ku jin ber bi azadiyê ve diçin, mêrên serdest kevneşpiyên civakê ser jinan disepînin.

Bûyerên wiha li dijî hemû rengên azadî, maf û exlaqan e.

Kongra Star a Eyn Îsa ragihand ku pêwîst e komeleyên jinan ên hiqûqî beşdarî dadgeha cezakirina kujeran bibin û cezayên herî giran li kujeran bê birîn û bang li hemû jinan kir ku li dijî vê bûyerê, têbikoşin.

Rêxistinên jinan ên li Hesekê xwestin kujer bê ceza kirin

Li aliyekî din jî Kongra Star a Hesekê, Yekîtiya Jinên Sûriyan, Koordînasyona Jin a Rêveberiya Xweser û Meclisa Jin a PYD’ê li ber Meclisa Dîwana Edaletê ya Kantona Hesekê sekinîn û çalakî li darxistin.

Di çalakiyê de jinan daxwaz kirin ku kujerên Eyda bên cezakirin û raporek fermî pêşkêş Meclisa Dîwanê Edaletê kirin.

Paşê jinan li ber deriyê dadgehê daxuyanî da û bal kişand ser sûcên der heqê jinan de pêk tên.

Jinan gotin:

Dema jinek were kuştin rêxistinên jin di doz û dadgehkirina kujeran de berpirsyar in.

Emê li hember hişmendiya baviksalarî ya ku jin û zarokan dike armanc bisekinin.

Back to top button