EMEL DADA: ME JI BO DOZA DAIŞ’IYAN PÊŞNIYARA KONGREYEK NAVNETEWÎ KIR

Mijara radestkirina çeteyên DAIŞ’ê ji welatên wan re yeke ji rojevên serekeye li herêmê.

Hevseroka Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Emel Dada mijarê axivî û diyar kir xeteriya van çeteyan li ser şêniyên herêmê heye.

Emel Dada dest nîşan kir ku wan ji Koalîsyona Navdewletî re, pêşniyar kiriy ku kongreyeke navdewletî ji bo çeteyan were lidarxistin.

Hevseroka Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Emel Dada li ser mijara çeteyên DAIŞ’ê yên girtî, axivî.

Emel Dada diyar kir ku hin welatan amadebûna xwe nîşan dane da ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigrin û got:

Şandeyek ji Wezareta Derve ya Fransayê di demên dawî de 5 zarokên xwe girtin, hîna jî nîqaş ji bo wergirtina esîrên mayîn têne kirin.

Rûsyaya Federal jî 3 zarok wergirtin.

Şandeyek ji Wezareta Derve ya Sûdanê ji bo heman mijarê serdana me kir, lê wergirtin çênebû. Ji ber ku lêgerîna li welatiyên wan hîn jî dewam e.

Emel Dada îşaret bi mekanîzmeya koordîneya bi dewletan re jî kir û ev tişt anî ziman:

Komîteyek ji bo vê mijarê hatiye avakirin. Ev komîte bi rêya internetê bi dewletan re dikeve nava peywendiyan.

Bi belge anî jî kongreyên çapemeniyê yên girtî têne radestkirin.

Emel bi bîr xist ku hin welatan bi ti awayî qebûl nekirin ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigrin û wiha domand:

Ev yek barê Rêveberiya Xweser giran dike.

Ne berpirsyariya rêveberiyê ye, ev yek berpirsyariya tevahî cîhanê ye.

Ji bilî welatên Ereban, çeteyên hemwelatiyên 54 welatên biyanî hene.

Hevseroka Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Emel Dada dest nîşan kir ku xeteriya van çeteyan li şêniyên herêmê heye û bi weha bi dawî kir:

Di navbera Rêveberiya Xweser û Koalîsyona Navdewletî de nîqaş hene.

Rêveberiya Xweser di civînek a li gel Koalisyona Navdewletî de pêşniyar kir ku kongreyeke navdewletî were ava kirin û dadgeheke navnetewî hebe da ku çeteyan darizînin.

Leave a Reply

Back to top button