Diyar Xerîb li Binarê Qendîlê bi merasîmekê hat bi bîranîn

Welatiyên Başûrê Kurdistanê,Bi boneya salvegera 2’emîn ya şehadeta Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb (Heval Helmet) û du hevalên wan, duh li Binarê Qendîlê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Merasîm li Şehîdgeha Karasûngûr ya li Binarê Qendîlê pêk hat.

Gel destpêkê li ser rêya giştî ya Binarê Qendîl ji bo biçin Şehîdgeha Karasûngûr meşiyan.

Piştî ku gihîştin şehîdgehaê dest bi merasîma bîranînê kirin.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Gel ya Binarê Qendîlê Hevseroka Meclîsê Şeniyar Resûl axivî û wiha got:

“Diyar Xerîb pêşengê yekîtiya netewî bû, em di salvegera 2’emîn a şehadeta wan de hemû şehîdên azadiyê bi bîrtînin.”

Li ser navê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê Banû Helebce jî daxuyanî xwend di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Em ê bi ruhê heval Helmet li hemberî hemû dagirkeriyan bisekinin, Li hemberî hesreta wan a pîroz em bejna xwe ditewînin.”

Back to top button