Tûnûs..keştiya koçberan binav bû û tê de 43 kes jiyana xwe ji dest dan

Li nêzî Tûnûsê keştiyek ku 127 koçber tê de bûn, binav bû di encamê de herî kêm 43 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li nêzî bajarê Zarzîsê yê li başûrê rojhilatê Tûnûsê keştiyek ku 127 koçber tê de bûn, binav bû.

Di qezayê de herî kêm 43 kes jiyana xwe ji dest dan û Heyva Sor a Misirê ragihandin ku 84 kes jî hatin rêzgarkirin.

Wezareta Parastinê ya Tûnûsê diyar kir ku koçber ji Bangladeş, Sûdan, Erître, Misir û Çatê hatine.

Li gorî şahidekî keştî ji perava Zûara ya li bakurê Lîbyayê bi rê ketiye û dixwest biçe Ewropayê.

Back to top button