Artêşa Îsraîlê Xeza bombebaran kir

Artêşa Israîlê noqteyên leşkerî li Xezayê topbaran kir, li Difa Rojhilat jî ciwanekî Filistînî hate kuştin.

Piştî Hemas ji Xeza balonên şewatê ber bi Îsraîlê ve avêtin, balafirên Îsraîlî duh Hems bombebaran kir.

Li gorî ajansa Firans Pres, Bombebaran li dijî gargeheke çêkirina topan û bingeheke fûzeyan ên girêdayî Hemasê pêk hatiye.

Derbarê ziyanên topbaranê de tu agahî ne hatin parvekirin.

Li Difa ciwanekî Filistînî hate kuştin

Li aliyê din jî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragîahdn ku li Difa Rojhilat ciwanekî Filistînî bi guleyên Artêşa Îsraîlê hate kuştin.

Têkildarî mijarê Îsraîlê jî bi daxuyaniyê ragîhand ku ciwanekî Filistînî tiştekî bi guman avêt nav leşkerên Îsraîlê, wan jî ew gulebaran kir.

Welatiyên Filistînî jî gotin ku ciwanê behsa mijarê di pevçûnên gûndê Qesra di navbera welatiyên Filistanî û hêzên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da.

Back to top button