Li Fîlîpînê balafireke şer ket xwarê, herî kêm 29 kes mirin

Li Fîlîpînê balafireke leşkerî ku yekîneyên leşkerî tê de bûn, kete xwarê. Herî kêm 29 kes mirin û 17 jî winda ne.

Li gorî agahiyên nû, li Başûrê Fîlîpînê roja Yekşemê balafireke leşkerî kete xwarê ku 96 kes tê de bûn.

Balafira leşkerî ya bi tîpa C-130 dema ku hewl dida xwe deyne Girava Jolo ya li eyaleta Sûlû kete xwarê.

Li gorî daxuyaniya artêşa Fîlîpînê di bûyerê de 29 kes mirin û 17 jî winda ne.

Li Başûrê Fîlîpînê rêxistineke Îslamî ya bi navê Ebû Sayyaf heye ku bi taybetî ji aliyê Washîngtonê ve weke ‘terorîst’ tê pênasekirin.

Ev rêxistina ku gelek êriş kiriye, gelek caran tûrîst û mîsyonerên Xiristiyan revandin.

Back to top button