Efxanistan..Tevgera Talîbanê herêmeke stratejîk ya Kandaharê kontrol kir

Li Efxanistanê di pêşdeçûnên xwe yên dawî de, Tevgera Talîbanê navçeya Pencvayî ya li wîlayeta Kandaharê kontrol kir.

Navçeya Pencvayî bi 15 kîlometreyî dûrî paytexta wîlayeta Kandaharê ye.

Li gorî rayedarên xwecihî yên Efgan, piştî şerekî giran ê bi şev, Talîbanê navçe bi dest xist.

Piştî şerê 20 salî ji 1’ê Gulanê ve DYA dest bi vekişîna hêzên xwe ji Efxanistnaê kir.

Talîban jî ji bo kontrolkirina qadên bejahî yên welêt operasyonên xwe zêde kiriye.

Serokê Meclîsa Bajarê Kandaharê Jan Hakrîval piştrast kir ku Pencvayî ketiye û hêzên Efgan sûcdar kir ku li gel hejmara xwe têrker bû, “bi zanebûn xwe vekişandine.”

Kandahar ew wîlayet e ku Tevgera Talîbanê lê ava bûye.

Talîban îdia dike ku ji 407 navçeyên li welat, 185 di bin kontrola wan de ye.

Talîbanê ku sala 1996’an desthilatdarî xiste destê xwe, rejîmeke tund a olperest xistibû meriyetê.

Piştî êrişên 11’ê Îlona 2001’ê yên li Amerîka, Waşîngtonê Efxanistan dagir kiribû û Talîban ji deshilatê xistibû.

Back to top button