PYNK: Kampên li Şehbayê û başûrê kurdistanê bersiva îdiayên Ebdulhekîm Beşar didin

Bertekên li dijî Cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê û endamê rêveber ê ENKS’ê Ebdulhekîm Beşar yê dagirkeriya li Efrînê rawa dike zêde dibin. Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) diyar kir ku kampên li Şehbayê û başûrê kurdistanê bersiva îdiayên wî didin. PYNK’ê careke din teqezî li ser diyalogên Kurd-Kurdî dikin. 

Li vir, despêkê 5 sanî dengê Ebdulhekîm beşar yê ji bo Efrînê dema di axive bidin

Cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê û endamê rêveber ê ENKS’ê Ebdulhekîm Beşar îdia kir ku li Efrînê tu sûc pêk nehatine û ew weke herêmeke aram dabû nasîn.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PYNK diyar kir ku ew li pêşberî helwesta Ebdulhekîm Beşar matmayîn nemane, ji ber ji destpêka aloziya Sûriyê ve ew di xizmeta ajendeya dijmin a li dijî doza gelê kurd de.

Her weha daxuyakirin ku gotinên Beşar rastiya binpêkirin û sûcên guhartina demografî yên li Efrînê pêkhatine û Rêxistinên mirovî yên netewî belge kirine nikare biguhere.

“Bila kampên li Şehba û yên li herêma bûşûrê Kurdistanê her wiha tax û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi şêniyên Efrînê tijî bûne, bersîva îdiayên Ebdulhekîm yên sosert bidin.”

PYNK piştrast kir ku ji mafê gelê Efrînê ye bi ewle, rûmet û bi garantiyên navneteweyî vegerin bajar û gundên xwe.

Her wiha PYNK’ê hewildanên ferzkirina rewşa heyî bi armanca pêkanîna guhartina demografî û sepandina dagirkeriya Tirk li herêmê ya ku kesên mîna Ebdulhekîm jî re rewa dike, red dike.

“PYNK”, bang li PDK-S û ENKS” yên hevkarê wê di diyaloga kurdî – kurdî de kir ku helwesta xwe derbarê gotinên Ebdulhekîm, zelal bikin.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) careke din teqezî li ser girîngiya pabendbûna xwe bi diyaloga Kurd-Kurdî kir.

Back to top button