Sibe li li Silêmaniyê Şehîd Diyar Xerîb bi merasîmekê were bi bîr anîn 

Bi boneya salvegera 2’emîn a şehadeta Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb (Heval Helmet) wê sibe li Silêmaniyê merasîmek girseyî pêk were.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb binasnav Helmet, 5’ê Tîrmeha 2019’an di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibû.

Bi nêzbûna salvegera duyemîn ya şahadeta şehîd Diyar re, merasîmên bîranînê tên lidarxistin.

Şehîd Diyar Xerîb wê sibe li Silêmaniyê di 2’emîn salvegera şahadeta xwe de bi merasîmekê were bîranîn.

Li gorî agahiyên Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê dane, wê sibe saet 18.30’an, Endamê Konseya Rêveber a KCK Diyar Xerîb li ber mala bavê xwe ya li Silêmaniyê were bi bîranîn.

Wê di merasîmekê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîd Diyar were pêşandan.

Back to top button