sivîlekî ji navçeya Şiyê di encama êşkenceyên giran hişê xwe winda kir

Li Efrîna dagirkirî, piştî êşkencyên giran û windakirina hişê xwe, çeteyên dagirkeriya Tirk sivîlekî ji girtîgeha El-Raî berda. Çeteyan, ji navçeya Raco jî du sivîl revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku ji destpêka salê ve 309 sivîl ji Efrînê hatin revandin.

Ji bo pêkanîna planên xwe, dewleta Tirk a dagirker sûc û hovîtiyên xwe bê navber li dijî Efrîniyan dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku piştî êşkenceyên giran şêniyê bi navê Mistefa Mehyedîn Xelîl yê ji navçeya Şiyê hat berdan.

Mistefa yê 40 salî di girtîgeha El-Raî ya çeteyên dewlat Tirk de girtî bû.

Rêxistinê diyar kir ku di encama êşkenceyên giran de lingekî wî hat birîn her wiha hişê xwe jî winda kir.

Ji heman navçeyê jî piştî standina hezar û 750 dolar, çeteyan ciwanê bi navê Silêman Ibrahîm berda.

Li gorî Rêxsitinê, Silêman zêdehî sê salan di girtîgeha El-Raî de girtîbû û rastî hemû cureyên êşkenceyê hatibû.

Li navçeya Raco 2 sivîl ji gundê Bedîna hatin revandin

Li aliyekî di dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên revandin jî didomînin.

Rêxistinê ragihand ku beriya bi hefteyekê çeteyan bi ser gundê Bedîna yê navçeya Raco girt û du sivîl revandin.

Çeteyan bi armanca standina pereyan şêniyên bi navê Hesn Xoce û Ehemd Hespîro revandin.

Heya niha jî çarenûsa wan ne diyar in.

Ji destpêka vê salê 309 sivîl ji Efrînê hatin revandin 

Navenda Belgekiririna Binpêkirinan a Bakurê Sûrî bi bîlncoyekê eşker kir ku ji destpêka 2021’an û heta niha navên 309 sivîlên ku dagirkeran ji Efrînê revandin, belge kirin.

Li gorî bîlancoya Navendê:

Di meha Çile de 90, Sibat 77, Adar 58, Nîsan 16, Gulan 15 û Hezîran 52 sivîl hatine revandin.

Navendê destnîşan kir ku 1’ê Tîrmehê çeteyên dagirkeriya Tirk şêniyê bi navê Osman Xelîl Cercî yê ji navçeya Raco revandin.

Back to top button