Li Idlibê şer çarek din gur dibe, hêzên hikumeta Şamê bi dijwarî deverên çeteyên Tirkiyê yên li gundewarê Idlibê topbaran kir.
Hêzên hikumetê vê sibehê deverên Kensefra, Belşûn û Bilyon yên herêma Cebel Zewiyê yê li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya mafên Mirovan, duh di topbarana bajarokên Erîha, Belyon, Iblîn û Bel-şûn de 7 jê zarok, 9 kes hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.
Her wiha artêşa Tirk bi obîsan nuqteyên hêzên hikumetê yên li bajaroka Xan El-Sibil û gundê El-Hamidiyê yên li başûrê Idlibê jî topbara kirin.