DERHÊNERA ALMAN ÛLÎ BEZ ALA YPJ’Ê RAKIRIBÛ HAT GIRTIN, DADGEHA MUNIHÊ BIRYRA BERDANA WÊ DA

Derhênera Alman Ûlî Bez bi sûcê ku ala YPJ’ê li ser hesabê xwe yê tevna Civakî parve kiriye, hatibû girtin.

Dadgeha Rêveberiya Munihê, birayra bê-sûcê ango beraatê dayê.

Li Almanya tevî ku qedexeyeke fermî têkildarî rêxistinên Rojavayê Kurdistanê tine ye jî, Wezareta Karê Hindir 2’ê Adara 2017’an bi îdiya ku alên YPG’ê, YPJ’ê û PYD’ê propogandaya PKK’ê dikin, hatin qedexekirin.

Ji lewre, derhênera Alman Ûlî Bez a li Eylaeta Bavyera dijî sala 2017’an li ser hesabê xwe yê Facebookê ala YPJ’ê parve kiribû, hat girtin.

Dadgeha Rêveberiya Munîhê têkildarî darizandina Ûlî Bez biryar da.

Dozê nêzî saetek û nîvê dom kir.

Piştre şandeya dadgehê diyar kir ku parvekirina alaya YPJ’ê têkiliya wê bi qedexeya PKK’ê re nehate îspat kirin û biryara beraata Bez da.

Bez biryara dadgehê erênî dît û spasiya kesên piştgiriya wê dikin, kir.

Beriya rûniştina dozê, Bez daxuyanî dabû û gotibû.

“Ez ji vê lêpirsîn û darizandinê natirsim û di rûniştina dozê de jî tawîzan nadim.

Ez piştgiriya berxwedêrên li girtîgehên Tirkiyê de ji bo demokrasî û mafên mirovan liberxwe didin, dikim.

Ez li gel Kurdan im ku ji bo mafên jinan û demokrasiyê têdikoşin.

Eger dadgeh di encama darizandinê de cezayê pere bide min ez nadim.

Eger min dixin girtîgehê bila bixin”.

Meha Adarê jî li heman dadgehê Aktîvistê aştiyê Claûs Scheer ê 80 salî ji ber ala YPJ’ê û pankarata “Ji Ocalan re azadî” hilgirtibû, 2800 Euro ceza li lê birî.

Rojane wê 40 Euro heta 70 rojî bide.

Schreer gotibû, ”Ez ê dîsa bibêjim, ji Ocalan re azadî û alaya YPJ’ê hildim”

Hêjayî em bibîr bixin ku, ev hêzên ku ala wan tê qedexekirin, beriya demekê xertertrîn komên çete ango DAIŞ’ê li ser axa Sûrî têk birin.

Leave a Reply

Back to top button