Li Qamişlo mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî li hola Zana li dare

Li bajarê Qamişlo çalakiya Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî bi beşdarbûna 24 nivîskaran di roja xwe ya 4’an de berdewam e.

Mîhrîcana 7’an bi diruşma “Çîrok bang e…xwenasîn û vedeng e” li Hola Zana ya Qamişlo pêk tê.

Îro jî, 9 beşdaran çîrokên xwe bi hazirbûna rewşenbîr, nivîskar û helbestvan, her wiha endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser xwendin.

Mîhrîcana ji aliyê Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ve hatiye organîzekirin.

Ji tevahî Kurdistanê 24 nivîskarên li gorî şert û mercên mîhrîcanê û li gorî peyama çîrokê beşdar bûn e.

Mîhrîcan dê heta 5’ê vê mehê bidome, û di roja dawî de 3 xelat ji bo 3 kurteçîrokên herî baş werin dayîn.

Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ji 2014’an de salane mîhîrcanê ji bo vejandina kurte-çîroka Kurdî li dar dixe.

Back to top button