Eyad Elawî bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya

Buroya serokkomarê Iraqê ragihand serokê Hevpeymana Nîştimanî ya Iraqê Eyad Elawî li bajarê Silêmaniyê bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Li gorî daxuyaniya buroyê di civînê de, behsa rewşa siyasî, ewlekarî, xizmetguzariya welat, parastina asayîş, aramî û têkoşîna dijî tevliheviyê hatiya kirin.

Di daxuyaniya buroyê de hat gotin derbarê hilbijartinê pêşwext yên Iraqê de jî nîqaş hatin kirin.

Ji bo hilbijartinek baş were kirin, hat gotin divê hemû tedbîr werin girtin û zimanek paqij di hilbijartinê de were bikaranîn.

Tê gotin di Cotmeha 2021ê de wê li Iraqê hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin.

Back to top button