Li paytexta Nemsa Vîyena nûnertiya MSD’ê hate vekirin

Duh li paytexta Nemsa Viyenayê bi beşdariya nûnerên partî û hêzên siyasî yên sûrî, nûnertiya MSD’ê hate vekirin.

Gelek endamên komele û partiyan jî tevlî merasîma vekirina nûnertiya MSD’ê a li paytexta Nemsa bûn.

Di merasîma vekirinê de li ser navê MSD Riyad Derar axivî.

Riyad Derar diyar kir ku armanca wan ew e ku gelê Sûriyê nêzî hev bibin û pirsgirêkên Sûriyê çareser bikin.

Her wiha Derar îşaret bi girîngiya rola nûnertiya MSD’ê ya di çalakiyên siyasî û parlamantoyê ya li Nemsa û Ewropayê kir.

Back to top button