ÇALAKIYA GUVEN DI ROJA 150’Î DE YE.. GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ LI QADA NAVNETEWEYÎ BELAV DIBIN

Li girtîgehan çalakiya bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan ku hatî despêkirin berfireh dibe.

Sembola çalakiyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev 150 rojin di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.

Tevî Guven, li girtîgehên dewleta tirk, kurdistan û derveyî welat nêzî 10 hezar kes di çalakiyê de ne.

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan ku di 8’ê Mijdara 2018’an de dest pê kirî di roja 150’an de ye.

Leyla Guvevn tevî hemû planên dewleta tirk a dagirk ku ji bo çalakiya xwe bi dawî bike, serî rakir û çalakiya xwe bi israr didomîne.

Piştî Guven ev çalaki pêl bi pêl li girtîgeh, beşên din yên kurdistna û derveyî welat hatin despêkirin.

Li nunertiya HDP’ê ya Hewlerê Nasir Yagiz ev 137 rojin di çalakiyê de ye.

Her wiha berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 111’emîn de didome.

Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye ev 112 roj in di çalakiyê de ye.

Piştî 1’ê Adarê jî zêdeyî 7 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî ji di roja xwe ya 37 an de ye.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe didomînin.

Ji van;
Sedat Akin ê li Êlihe 92,

Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 82,

Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 90,

Û Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 39 roj in di grevê de ne.

Ev pêla berxwedaniyê li derveyî welat ji belav bû.

Çalakiya Yusuf Îba li Torontoyê 85,

Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 84, Husên Yildiz 79, Hasbî Çakici 78,

Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 73,

Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 68,

Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 63,

Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 46,

Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 21 rojin di gireva birçîbûnê de ne.

Herî dawî Ozkan H. Ozdemîr ku li Kolnê ya Almanyayê ev
5 roj in di greva birçîbûnê de bû, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdawî kir.

Leave a Reply

Back to top button