Li dijî şerê navxweyî KNK-Rojava wê komxebateke di 8’ê mehê de li dar bixe

KNK-Rojava li dijî şerê hundirîn û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk amadekariya komxebateke berfireh dike.

Endamê Desteya Rêveber a KNK-Rojava Merwan Hesen derbarê pêkanîna komxebatê axivî.

Merwan Hesen diyar kir ku komxebat dê 8’ê Tîrmehê de bi silogana” Bi yekîtiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin” pêk were.

Hesen dazanîn ku dê di komxebatê de du mijarên sereke bên nîqaşkirin; xeteriyên êrîşên dewleta Tirk li ser gelê Kurd û pêwîstiya yekîtiya Kurdî.

Merwan Hesen di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku wê komîteya amadekar vexwendnameyan ji hemû partî û rêxistinên Kurdî ên Rojava re bişînin û bang kir ku hemû partî di komxebatê de amade bin.

Back to top button