Li Şedadê motorsîkletek nêzê avahiya PYD’ê hate teqandin

Motorsiklêteke bombebarkirî ya li kolana giştî ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê hatibû bicihkirin, teqiya.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, motorsiklêteke bombebarkirî li kolana giştî ya navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, teqiyaye.

Nûçegihanê me diyar kir ku motorsiklêt li nêzî avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê ya li Şedadê hatibû bicihkirin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku di encama teqînê de zirarên madî çêbûn.

Back to top button