KCDK-E: Li dijî dagirkeriy dê li Lozan heta Cenevreyê bimeşin

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ragihand ku wê di navbera 10 û 12’ê Tîrmehê de ji Lozanê ta Cenevreyê meşek lidar bikeve.

Bi riya daxuyaniyekê dîwana hevserokatiya KCDK-E’yê diyar kir ku wê di 10-12’ê Tîrmehê de li Swîsrayê ji bajarê Lozanê ta Cenevreyê meşek bê lidarxistin

Her wiha dê siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan û akademîsyen tevlî meşê bibin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Ji bajarê Lozanê yê ku bi Peymana Qirkirinê ya Lozanê Kurdistan kirin 4 parçe, ta bajarê Cenevreyê em ê meşeke 3 rojan li dar bixin.

Meş wê li dijî qirkerî û dagirkeriya li ser Kurdistanê bi diruşmeya ‘Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em ê Kurdistanê biparêzin’ bê lidarxistin.

Gelê Kurd piştî 100 salî bi ruhê yekîtiyê ya li her 4 parçeyan pêk anîne, gihîştine wê astê ku encamê bi dest bixe.

Ji bo wê têkoşîna hevpar a gelên Kurdistanê wê bibe qezenca vê sedsalê.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, dostan û her kesên xwe weke mirov dibîne hate kirin ku tevlî meşê bibin.

Back to top button