Zelenskiy: Tetbîqata Bayê Deryayê ya 2021 nîşaneya hevgirtinê ye

Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskiy diyar kir ku tetbîqata “Bayê Deryayê ya 2021” li dijî gefan hevgirtinê nîşan dide û ew ê nehêlin azadiya li Derya Reş were sînordarkirin.

Vladimir Zelenskiy, di merasîma Roja Keştîgeh ya Ukraynayê de, li Bendera Odesayê axivî û diyar kir ku wan di xala despêkê de pêşketinên deryayê ji xwere bingeh girtin.

Zelenskiy balkişand li ser tetbîqata DYA û Ukrayna ya “Baya Deryayê ya 2021’an” ku piraniya xwe ji welatên endamên NATO pêk tê û wiha got:

Tetbîqata îsal ya “Baya Deryayê ya 2021’an” ku îsal despêkirî, di dîrokê de weke ya herî mezin hatî tomarkirine.

Zelenskiy daxuyakirin ku tetbîqat nîşana wê yekê ye wê rê nedin mafên Ukrayna yên serweriyê werin xespkirin.

Tetbîqata ku 30 welatên NATO cihê xwe têde digrin, 28’ê Hezîranê despê kir.

Tetbîqat wê heta 10 Tîrmehê dewam bike.

Tevî 5 hezar leşkeran, 32 keştî, 40 balefir û 18 hêzên taybet di tetbîqatê de beşdar bûne.

Tetbîqata qala wê tê kirin piştî 1997 her sal tê lidarxistin.

Back to top button