(HRE):LI EFRÎN Û MARE 7 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê di demnên dawiyê de bi çalakiyên xwe tirs li nava artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê belav kiriye.
Hêzên Rizgariyê li Efrîn û Mare çalakiyên bi bandor lidar xistin.
Li gorî Hêzên Rizgariyê di çalakiyan de 7 çete hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînû derdora wê çalakiyên xwe zêde kirine.

Hêzên Rizgariyê têkildarî çalakiyên li Efrîn û Mare daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê;

5’ê Nîsanê Hêzên Rizgariya Efrînê li ser rêya di navbera gundên Kîmarê û Beradê ya navçeya Şêrawa li dijî seyareyeke leşkerî ku çeteyên koma Firqet El Hemzat tê de bûn, çalakiyek pêk anîn.

Di encamê de seyare hat teqandin, 3 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bû.

Piştî çalakiyê komek çete dema dixwestin kuştî û birîndarên xwe rakin bûn hedefa Hêzên Rizgariyê.

Li wir jî çeteyek hat kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Heman rojê Hêzên Rirzagriyê şervanên me li ser baregehek koma çete ya bi navê Firqet El Hemzat ya li gundê Beradê a navçeya Şêrawa çalakiyek lidar xistin.

Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

5’ê Nîsanê de Hêzên Rizgariyê çeteyek dewleta Tirk a dagirker li gundê Til Malid ya bajaroka Mare kirin û çete hat kuştin.

Leave a Reply

Back to top button