Tirkiye di mayîna li Efxanistanê de israr dike, Talîban vê yekê red dike

Tevgera Talîban bi pêşketinên xwe yên li Efxanistanê re, zimanê xwe yê gefxwarinê jî hişktir dike.
Talîbanê nerazîbûn nîşanî Tirkiyê de ku dixwaze li Efganîstanê bimîne.
Berdevkê Talîbanê Suheyl Şahen got,
Piştî 11’ê Îlonê hemû leşkerên biyanî yên li Efxanistanê bimînin wê bibin hedefa êrişên wan.
Hikumeta Efxanistanê jî dibêje, divê Talîban dilsoziya xwe ya bi peymana aştiyê re nîşan bide.

Bi biryara vekişîna leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û NATO ya ji Efxanistanê re planên nû li herêmê tên gerandin.

Serokomarê Tirkiye Erdogan û Wezîrê Parastinê Hulusî Akar daxwaza xwe ya mayîna li Kabulê de israr dikin.

Lê ev daxwaz û hêviyên wan rastî bertekên tund yên Talîbanê hatin.

Talîban: Leşkerên biyanî yên li Efxanistanê wê bibin hedefa me

Berdevkê Talîbanê Suheyl Şahen têkildarî mijarê ji tora BBC re axivi.

Suheyl Şahen got;

“Divê hemû hêzên biyanî, şêwirmend, rahêner, ji welêt vekişin ji ber ew beşek ji êrîşekerên dagirkeriyêbûn.

Em ê bertek nîşan bidin, lê ev bertek wê li ser bingeha biryarên serokatiya me be.”

Ji bo vekişîna hêzên biyanî ji Efxanistanê li gorî dema hatî diyarkirin ji du heman kêmek zêdetir wext maye.

Danûstandinên ji bo parastina Balafirgeha Kabulê di navbera Enqere û Washington de dewam dikin.

Berdevkê Talîbanê diyar kir ku ew ê dîplomat, rêxistinên sivîl û sivîlên din ên biyanî nekin armanc ji ber wê yekê pêwistî bi parastina wan nake.

Efxanistan: Divê talîban dilsoziya bi peymana aştiyê re nîşan bide

Di vê navberê de, Berdevkê Hikumeta Efxanistanê Razwan Murad ji BBC re got,

Hikumet ji danûstandin û agirbestê re amade ye û naha divê Taliban dilsoziya xwe ya aşitiyê îsbat bike.

Zêdeyî 1000 leşkerên Efxanî ji ber êrişên Talîbanê reviyan Tacikîstanê

Şahen destnîşan kir ku Talîban ji tundiya heyî ne berpirse û destnîşan kir ku piştî leşkerên hukumeta Efxanistanê şer nepejirand gelek herêm bi danûstandinan girtin.

Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Tacikistanê ragihand ku 1037 leşkerên Efxan ku bi şev bi hêzên Talîban re şer kiribûn ji bo xelasiya xwe reviyan komara Yekîtiya Soviyeta berê.

Tacikîstan: 6 herêmên badakşan ketin bin kontrola Talîbanê

Ajansa nûçeyan a fermî ya Tacîkî Xovar ragihand ku Talîbanan 6 deverên li herêma Badakşan ya li ber sînorê Tacîkistanê ku dikeve bakur-rojhilata Efxanistnaê bi tevahî kontrol kirine.

Serokê DYA Joe Biden 14’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di salvegera 20. a êrîşên 11’ê Îlonê de, tevahî leşkerên xwe ji Efxansitanê vekişînin.

Back to top button