Çalakiyên greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê di roja 221 De ye

Çalakiyên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo yên li zîndanên dewleta Tirk zêdeyî 8 mehên dewam dike.
Girtiyên di grevê de ragihandin ku ew ê di xeta berxwedanê de tawîz nedin û bi paş ve gav navêjin
Bi heman armancê çalakiya li Wargeha Penabaran a Mexmûrê di roja 200’î de ye.

Çalakiyên greva birçîbûnê li girtîgehên Tirkiyê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di roja 221 de didome.

Girtiyên ku li Girtîgeha Mêrdînê di çalakiya greva birçîbûnê de ne, bi peyamên ku şandin diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî bibe ewê di greva birçîbûnê de bin.

Di peyama girtiyan de wiha hat gotin;

“Vîrûsa Coronayê li Girtîgeha Mêrdîn belav bûye. Tevî vê jî em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin.

Daxwaza me eşkere û hiqûqî ye. Divê tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe û mafên wî yên hiqûqî bên nasîn.

Heta ku em tecrîda li ser Rêberê xwe bişkînin em ê di xeta xwe ya berxwedanê de tawîz nedin û bi paş ve gav navêjin.

Wê gelê Kurd ê welatparêz jî heta tecrîd bi dawî bibe têbikoşe û bibe dengê girtiyan.”

Greva birçîbûnê li Mexmûrê di roja 200’î de dewam dike

Bi heman armancê, Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclîsa Îştar li Wargeha Penabaran a Mexmûrê di roja 200’î de dewam dike.

Çalakî ji aliyê koma 101′ ve hate dewrgirtin.

Çalakgeran diyar dikin ku heta azadiya Rêber Ocalan wê çalakiya xwe bidomînin.

Back to top button