RSF Erdogan careke din xist lîsteya Dijminê Çapemeniyê

Serokomarê Tirkiye Erdogan bi zextên xwe yên li ser çapemeniyê careke din xwe xist lîsteya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ya “Dijminên Çapemeniyê”.
Rêxistinê lîsteya zextên zêde ya li ser çapemeniyê ya li gelemperiya cîhanê ya ji aliyê hikumet an jî serokê dewletan ve tê kirin, weşand.
Di nava lîsteyê de Serokomarê Tirk Erdogan û 37 ‘dijminên çapemeniyê’ hene.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) a navenda wê li Parîsê ye diyar kir ku hinek ji ‘Dijminên çapemeniyê’ nêzî 20 sal in zextê li azadiya çapemeniyê dike.

Rêxistinê diyar kir ku navê hinek din jî li vê lîsteyê hatine zêdekirin.

Rêxistinê bal kişand ku di sala 2021’ê de cara yekem e ku 2 jinên lîder û Ewropiyek ketiye lîsteyê.

Sekreterê Giştî yê Rêxistinê Chrîstophe Deloîre diyar kir ku ji van nêçîrvanan her yek xwedî rêbazek taybetî ye

“Hinek îrasyonel û paranoyak fermanên terorê dide, hinek jî li ser bingehê hiqûqên ku azadiyê dikuje, bi startejiyên bisazîkirî pêk tîne.”

Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji sala 2009’an û vir ve weke ‘Predator’ ango nêçîrvan tê nasîn.

Di rapora RSF’ê ya azadiya çapemeniyê ya 2021’ê de, Tirkiye di nava 180’ê welatan de di rêza 153’an de ye.

RSF’ê di rapora xwe de li ser Erdogan wiha dibêje:

“Serokomarê Tirk ji çapemeniyê hez nake, hê rastir, hez ji yên serî li ber ditewîne, nerm û pesinkar dike.

Piştî hewldana darbeya Tîrmeha 2016’an û pêde, helwestên ku neyên dîtin, hatin kirin.

Ji sedan zêdetir rojname, kovar, televîzyon û radyo hatin girtin.

Di nava 5 salan de tundî li zêdeyî 100 rojnamevan hate kirin.

2020’an jî nêzî 50 rojnamevan hatin binçavkirin.

RSF’ê diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelek sansûr li ser nûçe û gotaran jî hatiye sepandin û got:

“Bi vê rêbazê 1, 300 belge û nûçe hatine sansûrkirin.”

Back to top button