Dadgeha Hewlêrê darizandina çalakvanan taloq kir

Dadgeha Hewlêrê darizandina 9 çalakvanên Behdînanê ku saleke girtî ne, taloq kir.
Çalakvanên Helebceyê ev yek şermezar kirin û diyar kirin desthilat dengên azad qut dike.

9 Çalakvanên ku ji meha hezîrana 2020’an ve li Behdînanê hatin binçavkirin, dihat payîn îro li Dadgeha 2’yan a Ceza ya Hewlêrê werin dadgehkirin.

Malbatên her 9 kesan duh bi daxuyaniyek hevbeş banga piştgiriyê li her kesî kir û xwestin li dadgehê amade bin.

Lê Dadgeha Hewlêrê darizandina çalakvanan taloq kir.

Komek çalakvanên Helebceyê jî li ber derê dadgeha Helebceyê bi daxuyaniyekê bîryara dadgehê şermezar kir û xwestin dadger û parêzer bi erka xwe rabin.

Back to top button