Hunermend Şehên Talsbanî: Divê Kurd bibin yek li ber dagirkeriyê rabin

Li dijî êrîşên dagirkeriyê û hewldanên şerê navxweyî nerazîbûnên li başûrê Kurdistanê jî zêde dibin.
Hunermend Şehên Talebanî diyar kir ku divê Kurd hemû bi hevre li ber êrîşên dagirkeriyê ên li ser Kurdistanê rabin.

Hevserokê Meclisa Gel a Sinûna Şengalê Xwedêda Eliyas jî diyar kir ku ew ê heya dawî li ser fikir û raman Rêber Ocalan xwe bi rêxistin bikin û bang li hemû Kurdan kir da ku dijî dagirkerî û tecrîdê rabin ser xwe.

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike.

Bertek û nerazîbûnên gel dijî van êrîşan jî mezin dibin.

Hunermend Şehên Talebanî têkildarî rola hunerê di xebatên yekîtiya netewî de ji Rojnews’ê re axivî.

Şehên Talebanî diyar kir ku erka hunermendan e li dijî hemû karên qirêj ên li dijî gelê Kurd ên weke wan karên qirêj ên dewleta Tirk li hemberî Kurdistan û gelê Kurd derkevin.

Meclisa Gel a Sinûnê: Divê hemû Kurd li ber dagirkerî û tecrîdê rabin

Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Xwedêda Eliyas derbarê gefên domdar yên Tirkiyê ser Şengalê axivî.

Xwedêda Eliyas diyar kir ku ew ê heya dawî li ser fikir û raman Rêber Ocalan xwe bi rêxistin bikin.

“Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe dixwaze Başûrê Kurdistanê jî mîna Efrînê dagir bike.

Ji bo vê em bang li hemû Kurdan dikin dijî tecrîd û dagirkeriyê xwedî helwest bin.”

Back to top button