HÊZÊN HEFTER DERBASÎ TERABLÛSÊ BÛN Û BALAFIRGEHA NAVDEWLETÎ KONTORL KIRIN

Hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya girêdayî kurê Qezafî Xelîfe Hefter ji her aliyan ve derbasî paytexa Lîbya Terablûsê bûn û balafirgeha Terablûs a Navdewletî xistin bin kontrola xwe.

Hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya girêdayî kurê Qezafî Xelîfe Hefter ji bo careke din serweriya xwe li ser tevahiya xaka Lîbiyayê çêbike ber bi paytexta Libyayê ve diçin.

Li gorî medyaya Lîbyayê, artêşa Lîbyayê di çarçoveya operasyona “Fetih El-Mûbîn” de herêma Qesir Bin Xişêr, Wadî Rebî û Sûq El-Xemîs ên li Trablûsê xistin bin kontrola xwe.

Hate diyarkirin ku Hêzên Hefterê piştî şerê dijwar li dijî hêzên alîgarên hikûmeta Wîfaq, ji aliyê başûrî Terablûsê derbasî herêma Sewanî bûn.

Hejmarek “Terorîstên ji Bingaziyê reviyane” girtin û rêjiyeke çek û cebilxane desteser kirin.

Di heman demê dest danîn ser Balafirgeha Navdewletî ya Terablûsê.

Hêzên Hefterê duh di bin navê “Tinekirinê terorîstan” de operasyona leşkerî ber bi Terablûsê ve da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de gelek herêmê li başûrê paytextê kontrol kirin.

Xelîfe Hefter gotibû ew ê di nava 48 saetan de Trablûsê kontorl bikin.

MECLISA EWLEHIYÊ BANG LI HÊZÊN HEFTER KIR

Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî jî bang li hêzên Xelîfe Hefter kir ku êrîşên li ser Terablusê bisekinîne.

Lê hêzên Hefter ev yek red kir û ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re teqez kir ku ew ber bi pêkanîna armancên xwe ve diçe.

Leave a Reply

Back to top button