Di nava Lîbya û Yûnanîstanê de danûstandinên dualî pêk tên

Bi armanca geşkirina têkiliyên dîplomatîk yên navbera Lîbya û Yûnanistanê danûstandinan destpêkirine.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Yûnanistanê bi Wezîrê Karên Derve yê Lîbya re civiya û li ser xurtkirina hevkariya her du welatan di mijarên aborî, enerjî û bazirganiyê de gotubêj kirin.
Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhemîd Dibeybe jî ji Endamên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê xwest ku di mijara hilbijartinan de tewîzan bidin, da ku hilbijartinên 24’ê Kanûnê bi ser bikevin.

Hikumeta demkî ya Lîbya di pêkanîna aramiya li welat û derveyî welat de bi israre.

Şêwirmendê Karûbarên Siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Lîbya Mihemed Xelîl Îsa têkildarî hevkariya di navbera her du welatan de bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve, Dîplomasî û Konsolosê Yûnanîstanê Kostas Fragogiannis axivî.

Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê bi daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku Îsa û Fragogiannis li avahiya wezaretê ya li paytext Trablûsê civiya.

Di civînê de, xurtkirina hevkariya di navbera Lîbya û Yûnanîstan di warê aborî, enerjî û bazirganiya dualî de, û her weha, hêsankirina xebatên vîze û damezrandina forumek ji bo karsazan hate nîqaş kirin.

Fragogiannis, doh l igel şandeyekê serdana Lîbya kiribû û tê payîn li Bîngazî jî hevdîtinên xwe dewam bike.

Serokwezîrê Yûnanîstan Kiriakos Mitsotakis jî ji bo xurtkirina têkiliyên dualî di 6ê Nîsanê de serdana Trablûsê kiribû.

Dîbeybe ji endamên Forumê xwest ji bo hilbijartinê tawîzan bidin

Li aliyekî din, Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd Dibeybe ji edamên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê (LSDF) xwest ku tawîzan bide da ku hilbijartina ji bo 24’ê Kanûnê bi serkeftî pêk werin.

Ebdulhemîd Dibeybe doh di axaftina xwe ya dema vekirina Navenda Çapemeniyê ya Komîsyona Hilbijartinê ya Neteweyî ya Bilind a li Trablusê de hilbijartin nirxand.

Dibeyba ji endamên forumê xwest ku ji bo serfirazî hilbijartin hemû tawîzên pêwîst bidin.

Teqez kir ku hikûmet dê bi dabeşkirina çavkaniyên darayî û amadekariyên pêwîst ji bo hilbijartinan piştgiriyê bide komîsyonê.

Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd Dibeybe dubare kir ku ew dixwaze prensîba veguheztina aştiyane ya desthilatdariyê bi rêya hilbijartinan were piştgirî dayîn.

Back to top button