Tîgray: Ger rêveberiya me nepejirînin agirbest pêk nayê

Di navbera Tigray û Etiyopyayê de alozî ranaweste.
Bi nêzîkbûna serhildêrên Tîgrayê ji bo paytextê re, mercên agirbestê eşkere kir.

Piştî ku Eniya Rizgariya Gel a Tigray kontrola gelek herêman xist destê xwe, rêveberên hikumetê dest bi derketina ji herêmê kirin.

Serokwezîrê Etiyopya Addis Ababa, berê agirbesta yekalî ragihandîbû.

Di daxuyaniya ku roja Yekşemê ji hêla Eniya Rizgariya Gel a Tigray ve hate îmzekirin de, hêzên Tigray wiha gotin:

Di merceke ku gelê me careke din rastî êrîşek duyemîn neyê de, emê agirbestê bipejirînin.

Mercên agirbestê yên Eniya Rizgariya Gelê Tigray jî wiha ne;

-Vekşandina hêzên biyanî ji Herêma Tigray.

-Vegerandina desthilatê bo Hikûmeta Herêma Tigray.

-Garantîkirina parastina selametiya xelkên Herêmê.

-Şandina alîkariyên mirovî bo xelkê.

-Vegerandina koçber û derbideran.

Ji 4’ê Mijdara 2020’an ve şerê navbera hêzên Tîgray û artêşa Etiyopyayê de despê kiribû.

Ji ber şer nêzî milyonek kes ji cih û warê xwe koçber bûbûn.

Back to top button