Gerîlayan li herêma Avaşînê li helîkopteran dan

Gerîlayên Kurdistanê di çarçoveya pêngavên Şoreşger yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de çalakiyên li dijî artêşa Tirk ya dagirker didomînin. HPG’ê ragihand gerîlayan li herêma Avaşînê li helîkopteran dan û helîkopter neçar man ji herêmê biçin.

Gerîlayên Azadiyê bi çalakiyan bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir 4’ê Tîrmehê li qada Girê Sor a herêma Avaşînê, hêzên gerîla li helîkopterên Skorsky ku digeriyan dan.

Hat diyar kirin piştî destwerdana gerîla helîkopter neçar man ji herêmê biçin.

HPG’ê da zanîn Artêşa Tirk a dagirker 2 û 4’ê Tîrmehê bi helîkopterên êrişê û balafirên şer qadên Mervanos, Mamreşo, Şûkê, Tabûra Ereba, Banista û Girê Silêman yên bi ser herêmên Avaşîn û qadên Kela Qumriyê, Gundê Kêste, Hirorê, Girê Şehîd Çiya, û Derarê yên bi ser Metînayê bombebaran kirin.

Hat diyar kirin ji ber van êrişan tiştek bi hêzên gerîla nehat.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên bi nave Ernesto Zagros, Gelhat Gabar û Delîl Amed ku 5’ê Gulana 2021’ê li herêma Avaşînê şehîd bûn, eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatê gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re xwest û diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîdên leheng bi serketinê tacîdar bikin.

Back to top button