287 RÊXISTINÊN DEMOKRATÎK: PIRSGIRKÊKÊ LI GORÎ HIQÛQA GERDÛNÎ ÇARESER BIKIN

287 Rêxistinên Demokratîk û kedê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniyek dan.
Rêxistinan bang li desthiladariyê kirin ku pirsgirêkê li gorî hiqûqa gerdûnî çareser bikin.
Li Mêrdînê jî ji bo 8 saetan dest bi nobeta Mafê Jiyanê kirin.

Ji 17 bajaran 287 Rêxistinên sivîl û demokratîk bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê li Navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniya hevpar dan.

Li ser navê saziyan Berdevkê Demî Mehmet Şirin Gurbuz daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin:

Li welatê me demokrasî di herdû salên dawî de ji rastîya xwe dûr ketiye.

Demokrasî û huqûq qaşo bê parastin jî, xwe bi kiryarên antî-demokratîk dide der.

Li ser vê rêyê bi hezaran mirov jiyan û azadiya xwe feda kirine.

Tekoşîna me jî avakirina demokrasî û aşitiya civakî ye.

Li hember van bûyeran birêz Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir û ev çalakî li welat û derveyê wê ji aliyê hezaran ve tê domandin.

Ji niha û pêve êdî rewşa çalakgeran gihiştiye asteke xeter.

Li gel vê xetereyê mixabin ji zindanan nûçeyên mirina tên.

Bi taybetî jî bêdengiya îqtîdarê fikara me zêdetir dike.

Heger pêvajo bi vî awayê bidome mixabin wê mirin zêdetir bibin.

Ev jî wê rê li ber aşitiya civakî û demokrasiyê bigire û her wiha wê bibe sedema birînên mezin.

Lewma em weke saziyên ked û demokrasiyê bang li her kesî dikin ku ji bo aşitiya civakî li gorî berpirsiyariya xwe ya exlaqî û wijdanî tev bigere.

Ji bo mafê aşitî û jiyanê em bang li îqtîdarê dikin ku vê pirsgirêkê li gor nirxên huqûqiyên gerdûnî çareser bike.

JI BO 8 SEATAN DEST BI NOBETA MAFÊ JIYANÊ KIR

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Platformê bang li hikûmetê kir ku li gorî pîvan û rêgezên hiqûqa navneteweyî tev bigerin û pîvanên hiqûqê pêk bînin.

Piştî daxuyaniyê nûnerên saziyên sivîkî ji bo 8 saetan dest bi nobeta “Nobeta Mafê Jiyanê” kirin.

Leave a Reply

Back to top button