Ji ber topbarana Tirkiyê li ser Şehbayê ziyanên mezin gihaştin malên sivîlan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bargeha Rûsya û kampa koçberên Efrînê ya li gundê Wehşiyê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Marî, gundê Wehşiyê yê navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê topbaran kirin.

Hêzên dagirker derdora baregeha herî mezin a hêzên Rûsya ya li gundê Wehişye û malên koçberên Efrînê kirin hedef.

Ji ber topbaranê ziyanên mezin gihiştin malên koçberan.

Kampa Berxwedan a ku bi hezaran koçberên Efrînê lê dimînin tenê çend mîtreyan nêzî cihê topbaranê ye, ji ber topbaranê tirs ket nava şêniyan.

Back to top button