Li Xanesorê artêşa Îraqê êrîşî xwepêşandanekê kirin

Artêşa Iraqê li bajarokê Xanesorê yê Şengalê ciwanekî Êzidî girt û rojnamevan Selah Berces li ser destê artêşê birîndar bû.

Li bajarokê Xanesorê ya Şengalê îro saet 4’an bi armanca destekdayîna berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk, meşek girseyî hat lidarxistin.

Ji ber meşê yekîneyek artêşa Iraqê jî hat herêmê û di navbera ciwanan û leşkerên Iraqê de alozî derket.

Di encamê de leşkeran ciwanek girt.

Li ser vê yekê girse li hev kom bû û nerazîbûn nîşan da, her wiha xwest ku ciwanê hatiye girtin, were berdan.

Di dema nerazîbûna gel de, leşkerên Iraqê gule berdan.

Herî dawî jî rojnamevan Selah Berces ku bûyer dişopandin, birîndar bû.

Berces veguhestin nexweşxaneya Xanesorê, piştire hate ragihandin ku rewşa wî baş e.

Back to top button