Diyar Xerîb li Silêmaniyê bi merasîmekê hat bi bîranîn

Bi boneya salvegera 2. a şehadeta Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb (Heval Helmet) û du hevalên wî, Li Silêmaniyê merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Merasîma bîranînê li ber mala bavê Şehîd Diyar li taxa Baxtiyarî ya li Silêmanî destpêkir.

Li ser navê Malbata Xerîb xwîşka wî Lave Xerîb peyama malbatê pêşkêş kir û paşê Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên peyamek da.

Tara Hisên di peyama xwe diyar kir ji bo xwedîderketina li bîranîna Diyar Xerîb divê her kes li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê helwestê zelal bike.

Back to top button