LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ KARESETA XWEZAYÊ FERMANA VALAKIRINA 9 BAJARAN HATE DAYÎN

Li rojhilatê Kurdistan û Îranê ev çend rojin ji ber barana zêde lehî radibe.
Ji ber lehiyê heya niha gelek ziyanên canî û madî çêbûne.
Hikumeta Îranê fermana valakirina 9 bajarên parêzgeha Xuzistanê da.

Li gorî pêşbiniyên Hewanasiya Îranê wê îro pêlek din a baranê destpê bike.

Ji derveyî bajarên Rojhilatê Kurdistanê herêmên bakur û navenda Îranê jî digre.

Li gorî agahiyan baran heta sibe wê dewam bike.

Niha herî zêde metirsî li ser parêzgeha Xuzistan a dikeve başûr rojavayê Îranê heye.

Bi taybet cihên ku nêzî rûbarên Diz û Karwin.

Ji ber metirsiya lehiya, fermana valakirina 9 bajarên parêzgeha Xuzistanê hate dayîn.

Her wiha metirsiya lehiyê hîn li ser hinek herêmên Parêzgeha Loristanê ya li Rojhilatê Kurdistanê heye.

Li gorî daneyên ne fermî heta niha zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Doh Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke banga piştgiriyê bi gelê rojhilatê Kurdistanê re kiribû.

Leave a Reply

Back to top button