Li bajarê Etamî ya Japonya ji ber lehiyê erd herikî 24 kes windane

Li bajarê Etamî ya Japonya ji ber barîna zêde ya baran û lehiyê erd herifî û heta niha 24 kes winda ne.

Serokê şaredariya bajarê Etamî, Sakî Sayîto ساكي سايتو têkildarî mijarê ji televizyonên herêmî re eşkere kir di encama herifîna erdê de zêdeyî 130 mal wêran bûne.

Sayîto da zanîn ji ber lehiyê herêma niştecihbûnê veguhezî golên avê û destnîşan kir ku mirina 4 kesan piştrast bûye û 24 heta niha kes winda ne.

Saziyên ragîhandinê yên herêmî eşkere kirin zêdeyî hezar leşker ji vê sibê ve xebatên lêgerînê dane destpêkirin.

Back to top button