Siyabend Guler ê 10 salî, di temenê xwe yê biçûk de li Balabanê dixe û li ser şopa Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo dimeşe.
Li taxa Şerefya ya navçeya Armûşê ya Wanê awazek ji bilûra Siyabend Guler yê10 salî û birayê wî yê biçûk Semend Guler yê 8 difûre.
Li vê taxê bi dehan welatî li dora wî û birayê wî kom dibin û li vê hunerê guhdarî dikin.
Siyabend û Semend di vî temenê xwe yê biçûk de li ser rêya Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo dimeşin.
Siyabend Guler di temenê xwe yê 8 salî de dest bi Balabanê kiriye û ev 2 sale berhemên Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo lêdixe.
Guler anî ziman ku Bilûr û Balaban çandeke pir kevnare ye û got:
“Bilûr nirxên Kurdan di nava xwe de vedişêre. Dema ku ez li Bilûr û Balabanê dixim ez aram dibim. Berî du salan ez vê hunerê ji bavê xwe hîn bûm. Bavê min jî bilûrvan e divê civaka me xwedî li vê hunerê derkeve.”