Çekdarên Talîbanê gihiştin sînorê Îranê û deriyê gumrikê xistin kontrola xwe

Çekdarên Talîban roj bi roj bi pêş de diçin, heya niha ji sêyan yekê xaka Efxanistanê kontrol kirine. Çekdarên Talîban gihiştine sînorê Îranê.

Piştî ku Emerîka hêzên xwe ji Efxanistanê vekişandin, çekdarên Talîban jî dest bi kontrolkirin, navçe û bajarokên Efxanistanê kirin.

Li gorî dîmenek ku ji aliyê parlamenterê berê yê Îranê Mehmûd Sadiq ve hatiye belavkirin, çekdarên Talîban gihiştine sînorê Îranê.

Mehmud Sadiq dibin dîmen de peyamek nivîsandiye tê de dibêje:

“Talîban deriya sînor yê gumrikê ku rojane mîlyon tê de dizivire xistiye kontrola xwe rayedarên Efxanistanê û Îranê jî bêdengin.”

Back to top button