Koçberên Efrînê ji ber girtina dergehan bi kareseteke mirvoî re rû bi rû ne

Koçberên Efrînî ku li kampên Şehbayê dimînin diyar kirin ku ji ber ambargoya hikumeta Şamê zehmetiyên avê û tenduristiyê dikşînin. Dr. Osman Şêx Îsa piştrast kir divê kesên bi nexweşiyên giran bi lez ji nexweşxaneyên Helebê re werin veguhestin û Rêxistinên navneteweyî bêdeng in.

Hikumeta Şamê ji zêdetirî 3 salan ve bi girtina deriyên sînor û rêyên ku diçin Şehbayê siyaseteke qirêj li dijî niştecihên herêmê û koçberên Efrînê dimeşîne.

Ji ber bêdengiya Rêxistinên navneteweyî jî, pêwîstiyên tenduristiyê derbasî herêmê nabin û jiyana bi hezaran sivîl ketiye xeteriyê de.

Têkildarî mijarê Dayika Şadiya Necar a ji Efrînê ku li kampa Berxwedan dimîne ji ajansa Hawarê re axivî:

Şadiya Necar got ku di ketina sala 4’an a koçberiyê de ew mercên zor û zehmet dikşînin, ne ji germahiya havînî tên parastin û ne jî ji seqema zivistanî.

Derbarê bêdengiya navneteweyî Şadiya ev tişt anî ziman:

“Cihê şermê ye ku rêxistinên îdiaya mirovahî û exlaqî dikin,
tenê daxwazên sivîlan qeyd dikin, lê tiştekî ji wan pêk nayînin.”

Her wiha Hisên Hebeş jî diyar kir ku ew bi piranî zehmetiyên tenduristiyê û avê dibînin, ji bo dermankirinê diçin nevenda tenduristiyê lê ji ber ambargo ew tu dermanan nabînin.

Rêveberê nexweşxaneya Avrîn Dr. Osman Şêx Îsa da zanîn ku bi taybet di van mehên dawî de ambargo li ser wan girantir bûye.

Dr. Osman Şêx Îsa diyar kir ku divê nexweşên bi nexweşiyên giran bi lez ji nexweşxaneyên Helebê re werin veguhestin, lê hikumeta Şamê nahêle ambulans derbas bibe.

Di heman mijarê de Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Hêvîn Hisên wiha got:

“Erka hikumeta Şamê ye jî ku alîkariya sûriyên li ser xaka Sûriyê bike, Lê em tam berovajî vê yekê dibînin.”

Back to top button