Helbestvan û nivîskar Ebûd Mexso diyar kir ku divê didemeke kurt de kurd yekîtiya xwe pêkbînin, xebatên bi vî rengî gelek hêjaye.
Helbestvan û nivîskar Ebûd Mexso di derbarê lidarxistina komxebata di bin sîwana Kongerya Newteweyî ya Kurdistanê-Rojava de û got:
” KNK-Rojava bi vê komxebatê ve armanc dike ku li hember dagirkeriya Tirkiyê were sekinandin û yekîtiya kurdî were pêkanîn.”
Ebûd Mexso balkişand li ser astengkirina xwpêşandananên li başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve û wiha got:
“Çênabe PDK xwpêşandanên li dijî dagirkeriyê asteng bike rabûna li dijî êrişên dewleta dagirker a Tirk erka her kurdekî ye”.
Mexso dazanîn ku dewleta Tirk hewl dide ku şerekî navxweyî derxe, divê em van hewldanan bisekinîn.
Helbestvan û nivîskar Ebûd Mexso di dawiyê de bang li her welatparêzer, rewşenbîr û nivîskar ku beşdarê komxwebatê bibin.