HPG: Li herêma Metîna 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de derbeke din li artêşa Tirk ya dagirker dan. HPG’ê ragihand li herêma Metîna 4 leşkerên dagirker hatin kuştin û cebilxaneyeke dagirkeran jî hate teqandin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker ku êrîşî başûrê Kurdistanê dike, berdewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê êrişên dagirkeran û berxwedana gerîla de bi daxuyaniyeke niviskî weşand.

HPG’ê diyar kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê li dagirkeran xistin û ev agahî parve kir;

“5’ê Tîrmehê li qada Hirorê hêzên me, li dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya dan. Derb li dagirkerên ku li derdora 4 kozikên li ser gir li hev civiya hat xistin. Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, cebilxaneyeke dagirkeran a li ser gir jî hate teqandin.”

HPG’ê da zanîn piştî çalakiyê dagirkeran xwestin ku kuştiyên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê bibin lê gerîla li helîkopteran dan û helîkopter neçar man ji herêmê vekişin.

HPG’ê da zanîn gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de jî li herêma Avaşînê li leşkerên Tirk yên dagirker xistin.

Hat diyar kirin 5’ê Tîrmehê leşkerên Tirk yên ku xwestin li qada Werxelê, ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin, bûn hedefa gerîla û derb li wan hate xistin.

HPG’ê da zanîn artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Sor jî bombeyên gazê û teqemenî avêtin nava çeperên şer.

HPG’ê bal kişande li ser talan û şewitandina xwezayê jî û wiha dewam kir;

“Dagirkerên ku ji roja destpêkê ya operasyonê ve ji ber berxwedana mezin a hêzên me yên gerîla nikarin bi pêş ve biçin, li dijî hêzên me yên gerîla gazên kîmyewî bi kar tînin û bi wêrankirina cografya Başûrê Kurdistanê sûcê şer dike. Dewleta Tirk a dagirker darên li herêmê dibire û qadên daristanî dişewitîne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 5 û 6’ê Tîrmehê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer, helîkopter û hawanan herêmên Zap, Avaşîn û Metîna bombebaran kir.

Hat diyar kirin ji ber van êrişan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button