HDP wê li dijî êrîşan dakeve qadan

Partiya Demokratîk a Gelan-HDP wê li dijî zext û êrîşên li ser partiya wan, tecrîda li ser Rêber Apo, êrîşên li ser gelê Kurd û ji bo gelek mijarên din wê dakeve qadan.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar di çarçoveya “Kampanyaya Parastina HDP’ê” de wê li 7 bajaran mitîng û hevdîtinên gel pêk bînin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li dijî wan, tecrîda li ser Rêber Apo, êrîşên li ser gelê Kurd bîryara daketina qadan girt.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê di çarçoveya “Kampanyaya Parastina HDP’ê” de wê li 7 bajaran mitîng û hevdîtinên gel pêk bînin.

Mîtîng û hevdîtin wê li bajarê Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hat hatibû qetilkirin were destpêkirin.

Wê her du hevserok jî tevlî mitînga di 8’ê Tîrmehê de li Îzmîrê were li dar xistin bibin.

Di bernameya ku wêmeha tîrmehê pêk were de, Pervîn Bûldan 13’ê tîrmehê li Dîlokê, 14’ê tîrmehê li Rihayê û 26’ê tîrmehê jî li Kocaeliyê beşdarî bernameyan bibe.

Mîthat Sancar jî wê 17’ê tîrmehê li Aydinê, 28’ê tîrmehê li Agiriyê û 29’ê tîrmehê jî li Bedlîsê beşdarî bernameyan bibe.

Ji bilî hevserokan wê di meha tîrmehê de cîgirên hevserokên giştî yên partiyê, serokwekîlên komê û berdevka partiyê, di çarçoveya xebatên rêxistinkirinê de li gelek bajar û navçeyan hevdîtinan bikin.

Wê hevdîtinên bajaran û serdanên Hevserokên Giştî yên HDP’ê, di meha tebaxê de jî bidome.

Back to top button