ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 137’AN DE YE

Li başurê Kurdistanê jî berxwedana çalagerên greva birçîbûnê bi israr dewam dike.
Berxwedana Nasir Yagiz di roja 137’an û ya Fedîla Tok di roja 77’an de ne.
Her wiha şandeyekî ya Kakeyiyan û Rêxistina Yarsan serdana çalagerên navçeya Kelar a Germiyanê kirin.

Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê yên li başurê Kurdistanê bi israr berdewam dikin.

Çalakiyê endama nûnertiya HDP’ê yê li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 137’an de ye.

Her roja diçe rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe û bedena wî dihele.

Çalakiya li wargeha Mexmûrê di roja 112’an de ye û ji aliyê koma 37’an ve dewir hat girtin.

Koma nû ji 15 kesan pêk tê.

Di merasîma dewir giritnê de li ser navê koma 37’mîn Kekîm Teymûr axivî û got:

“Armanca çalekiya me ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê ye.

Em pir bi şansin û kêfxweşbûn ku koma me rastî roja rojbûna Rêber Apo hat”.

Di heman demê de berxwedana endama Meclisa Iştar ya li Mexmûrê Fedîla Tok jî di roja 77’an de ye.

Her wiha çalakiya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî di roja 114’an de, bi biryardarî didome.

KAKEYIYAN SERDANA ÇALAGERÊN GERMIYAN KIRIN

Serdan û piştgiriya bi çalageran re jî didome û zêde dibin.

Şandeyekî ya Kakeyiyan û Rêxistina Yarsan serdana çalagerên navçeya Kelar a Germiyanê kirin.

Şandeyê piştî serdanê daxuyaniyek dan.

Serokê Rêxistina Yarsan a ji bo pêşxistina rewşenbîrî Seîd Serhed axivî û got:

“Em weke Kakeyî piştgiriya tam didin çalakgeran. Em hêviya serkeftiyê ji wan re dixwazin.

Hêvîdarin ku ev çalakî bibin sedema şikandina tecrîdê û azadiya herçar parçeyên Kurdistanê.”

Endezyar Herêm Mehmûd çalakiya xwe di roja 42’an de didomîne.

Gulebax Celal jî 21 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Leave a Reply

Back to top button