27 roj in tu agahî ji her 3 nûneran nehatine bidestxistin

27 roj in tu agahî ji nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin, nehatine wergirtin.
Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê Nurşan Hisên diyar kir ku ku bersivnedana PDK’ê ya li ser çarenûsa her sê nûneran gumanên wan zêde dike.
Nûrşan daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî revandina siyasetmedaran helwestê nîşan bidin.

27 roj in tu agahî ji nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin, nehatine wergirtin.

Di 10’ê Hezîrana 2021’an de nûnerê pêwendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê dema diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatin revandin.

Di derbarê mijarê de endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê Nurşan Hisên ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Nurşan Hisên da zanîn heta niha tu agahiyek li ser rewşa hevalên wan nehatiye bidestxistin û nayê zanîn li ku derê tên ragirtin.

Nûrşan diyar kir her sê nûner bi awayek fermî li Başûrê Kurdistanê wek dîplomat û siyasetmedar bi aliyên peywendîdar ên Herêmê hatine naskirin û di wê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşandin.

Nûrşan Hisên: Tê gotin ku PDK’ê her 3 nûner radestî dewleta Tirk kiriye

Nurşan Hisên diyar kir ew ji ber jiyana her sê siyasetmedarên xwe bi fikarin û da xuyakirin ku bersivnedana PDK’ê ya li ser çarenûsa her sê nûneran gumanên wan zêde dik û wiha got;

“Li gorî hin agahiyên li ber destê me dibe ku her sê kes piştî hatine revandin, radestî dewleta Tirk hatibin kirin. Ger tiştek bi wan were berpirsyarê vê yekê PDK ye.”

Nûrşan Hisên: Rvandina her 3 nûneran bi pilana dewleta Tirk hatiye kirin

Nûrşan destnîşan kir ku revandina her sê siyasetmedaran bi pilana dewleta Tirk hatiye kirin û armanc ji vê yekê ew e ku hevdîtinên di navbera ENKS’ê û PYNK’ê de, bê xerabkirin.

Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê Nurşan Hisên di dawiyê de daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî revandina siyasetmedaran helwestê nîşan bidin.

Back to top button