Efxanistan..Amerîka bi bêdengî ji Baregeha Hewayî ya Bagramê derket

Di demeke li Efxanistnaê şer dijwar dibe de DYA yek bi yek hêzên xwe ji baregehên li welat vale dike. Di nava bêdengiyê de, Amerîka Baregeha Hewayî ya Bagramê vale kir.

Li gorî nûçeya ajansa Associated Press (AP), artêşa DYA 2’ê Tîrmehê li gorî saeta herêmî di 03:00’an de ji baregeha Bagramê derketine.

Hate îdiakirin ku Amerîka bê ku hikumeta Efxanistanê agehdar bike, barageh vale kiriye.

Fermandarekî artêşa Efxanî diyar kir ku piştî bi saetan ji valekirina baragehê wan hêzên xwe li herêmê bicih kirin.

Tevî miktarek ji xwarinê, bi sedan maşîneyên sivîl û leşkerî jî li baragehê hiştine.

Talîban piştî 2 roj ji vekişîna leşkerên Amerîka ji baragehê êrişî xaleke nêzî wê kiribû.

Şerê dijwar yên li eyaleta Xaznî û Wardak jî didome.

Di nava 2 mehên dawiyê de çekdarên Talîbanê nêzî 60 navçe kontrol kir.

Her wiha li seranserî welat ji 407 navçeyan 140’an kontrol dike.

Talîban jî îdia dike ku ew nêzî 200 navçeyan kontrol dikin.

Back to top button