Tacîkistan 20 hezar leşker şand sînorê Efxanistanê

Belê metirsiya ji Talîbanê, welatên cîran jî xistiye nava alarmê.
Piştî zêdeyî hezar leşkerên Efxanî dema ji çekdarên Talîbanê direviyan berê xwe dan Tacîkistanê, wî welatî leşkerên ber sînor zêde kir.
Serokomarê Tacîkistanê Rehman ferman da 20 hezar leşker derbasî ber sînor bibin û bi serokdewletê Rûsya Putin re ket nav peywendiyê.
Li Îranê jî rewş hemane.
Ji ber ku çekdarên Talîbanê gihiştin sînorê Îranê.

Bi vekişîna leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA ji Efxanistanê re, valahiya ewlehiyê ku li welat derketî fikaran çêdike.

Piştî ku nêzîkê hezar leşkerên Efxanî ji destê Talîban reviyan û bazdan Tacikistanê, Serokomarê Tacikistanê Îmamalî Rehman ferman da ku 20,000 leşkerên din derbasî ser sînor bibin.

Hat diyarkirin ku leşker ji bo piştgiriyê bidin peywirê parastina sînor hatine şandin.

Dirêjahiya sînorê navbera Tacîkistan û Efxanistanê 900 kîlometreyan derbas dike.

Rûsya ji bo parastina sînorê Tacîkistanê soza piştevaniyê da 

Hat ragihandin ku Serokomar Rehman di heman demê de tevî Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin re, bi hevalbendên li herêmê re peywendiyên telefonê pêk anîn.

Hat destnîşankirin ku Putin soz da ger pêwist kir, wê piştevaniya wan ya di parastina sînorê Tacîkistanê yê bi Efxanistanê re bike.

Baregeha leşkerî ya herî mezin a Rûsyayê ya li derveyî xaka wê li Tacîkistanê ye.

Tang û helîkopterên Rûsî li baregehê hene.

Hezar û 37 leşkerên Efxanî  derbasî Tacîkistanê bûne 

Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Tacîkistanê ragihand ku hezar û 37 leşkerên Efxanî yên ku ji Talîban direviyan şeva Duşemê ji bo ku xwe bigihînin Tacîkistanê sînor derbas kirin.

Di danezanê de, hate destnîşankirin ku leşkerên Tacîkî destûra derbasbûna wan ya xaka welat dane.

Tacîkistanê armanca vê yekê jî bi “têkiliyên cîrantiya baş” û “destwernedana karûbarên navxweyî yên Efxanistanêê” ve girê da.

Hat hînbûn ku Tacîkistan jî li dijî hatina penaberan a ji Efxanistanê amadekariya avakirina kampan ji bo koçberan dike.

Hêzên Talîbanî gihiştin sînorê Îranê

Li sînorê Îranê jî heman alarm heye.

li vir 5 sanî dimen biherikênin

Li gorî dîmenek ku ji aliyê parlamenterê berê yê Îranê Mehmud Sadiq ve hatiye belavkirin, çekdarên Talîban gihiştine sînorê Îranê.

Mehmud Sadiq dibin dîmen de peyamek belavkiriye û dibêje, Amadebûna Talîban li gumirga Îran û Efganistanê.

Li hemberî rewşa heyî rayedarên Îran bêdengin.

Back to top button